Polîtîk

Serokwezîr Barzanî nirxa petrola Kurdistanê eşkere kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, her bermîlek petrola Kurdistanê bi 20 dolarî tê firotin.
Îro li bajarê Hewlêrê, semînarek li ser kirîza aborî li Başûrê Kurdistanê û çawaniya çareserkirina wê hat lidarxistin. Di semînerê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, alîkarê wî Qubad Talebanî, rayedarên hikûmetê û pisporên aborî beşdar bûn.
Serokwezîr Barzanî derheqê kirîza aborî ya ku li Başûrê Kurdistanê derketiye, got, sedemên sereke yên kirîza aborî, şerê DAIŞê, hatina koçber û penaberan û erzanbûna nirxa petrolê ne.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dema Kurdistanê dest bi hinartina petrolê kir, nirxa her bermîlekê 110 dolar bû lê niha pir daketiye. Em petrola xwe bi 20 dolarî difroşin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê milyonek û 400 hezar kes mûçe ji hikûmetê distînin, ji bo vê yekê her meh 850 milyar dînar lazim e lê dahata Kurdistanê her meh tenê derdora 500 milyar dînar e ji bo wê jî têrê nake.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku sala pêşiya me jî dê salek bi zehmet be û got, helbet em bê hêvî nînin lê erzanbûna nirxa petrolê divê bibe firsendek da ku em li xwe vegerin. Em li benda alîkariya welatên cîhanê ne jî da ku em vê qonaxê bi kêmtirîn ziyan derbas bikin.
Li gorî agahiyên Serokwezîr Barzanî, dahata niha ya Herêma Kurdistanê 140 milyar dînar e lê beriya şerê DAIŞê, 300 milyar dînar dahata Kurdistanê bû.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê spasiya welatiyan jî kir ku li hember kirîza aborî li ber xwe didin û bang li medyayê jî kir, li hember rewşa niha bi awayekî berpirsiyar tevbigerin çimkî “kirîz bi hevşikandinê derbas nabe”.
Qubad Talebanî jî di semînerê de axivî û got, dahata me têra xercê me nake û her meh 400 milyar dînar, valahiya bûdceyê heye.(Rudaw)
Back to top button