Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya Jan Kubis kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Iraqê Jan Kubis û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de pêvajoya siyasî ya Iraqê hatiye gotûbêjkirin û herdu aliyan hêviya xwe dane xûyakirin ku rewşa siyasî ya Iraqê ber bi başbûnê ve biçe û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bikare daxwaz û maf û xizmetguzariyan ji bo hemû pêkhateyên Iraqê dabîn bike û aliyê Kurdan di vî warî de roleke bihêz û bi bandor bilîze û ji bo pêkanîna mafê temamê pêkhateyan alîkar be.

Di beşeke din a hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin û birêveçûna yekem rûniştina parlementoyê hatiye kirin û tekezî li ser hilbijartinên Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hatiye kirin ku piştre pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê werin avêtin û hikûmetek pêk were ku rengdana daxwaza alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê be.

Herwiha gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî û çend mijarên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Back to top button