Vîdeo

Serok:Şerê li dijê hukumetê nayê wateya şerê li dojê milet

Serok Barzani di çerçova propaganda hilbijartinên Kurdistanê de li Hewlêr ahenga PDKê de amade bû. Serok axavtina xwe de got:Birastî tirsa min hebû ku ew ferhenga li dijî Kurd heye, hin kesan dixwastin wê bikin ferhenga kolana Erebî li Iraqê, lê piştî hilbijartinên 12ê Gulanê, gelê Iraqê ew kes ceza kir, ku dixwastin li ser hesabê dijayetiya gelê Kurd û mafê gelê Kurd xwe bikin pehlewan. Spas ji gelê Iraqê re, ev helwesta gelê Iraqê bandoreke wê mezin li ser me hebû.”Li vir dixwazim bibîra we û Bexdayê bînim, ku rasperde û hîkmeta Cenabê Barzanî her dem ew bû, şerê li dijî hikûmetê nayê wateya şerê li dijî milet. Şerê di navbera du miletan de kufr û tawan e. Ti carî em rê nadin nakokiyên me yên bi hikûmetê re, bibe şer û nakokiyên di navbera gelê Kurd û Ereb, yan gelekî din. Hikûmet tên û diçin, lê milet her dimînin. Ev siyaseta naguhêr a PDKê ye ji roja damezrandinê ve û ta îro û her dem dê ev siyast bimîne.”https://youtu.be/sxiAw2ArrBE

Back to top button