Cîhan

Serokê Sudanê serdana Şamê kir

Serokkomarê Sudanê Omer Hesen El Beşîr serdana Suriye kir û li gel serokê rejima suriye Bişar Esad ve bi gelek germî hate pêşwazî kirin.
Tê zanin ku serokkomarê Sudanê gelek nêzikî serokê Tirkiye Tayib Erdogane û di nava wan de dostaniyek baş heye.

Ji bo vê yekî jî tê şirovekirn ku serdana Beşîr ya Suriye girînge û dikare bibe gavek ji bo pêwendiyên Erdogan û Esed jî. Herweha mimkine ku Beşîr peyamek ya Erdogan jî gihandibe Bişar Esad.
Serokê rejima Suriye li balefirxaneya Şamê pêşwazî li Beşîr kir û bi hevre çûn qesra Bişar Esad ji bo hevdîtina bikin.

Li gora ajansa fermi ya Suriye SANA, Beşîr da xûyakirin ku Suriye welatek yê berxwedanêye. Herweha Beşîr dibêje ku di vî şerê giran de jî Suriye prensiben umeta Erebîve girêdayî ma.
Dema ku Beşîr serdana suriye kirî, wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî di derbarê pêwendiyên Tirkiye û suriye de daxûyaniyek da û got: Eger hilbijartin li suriye çêbibin em cardin li gel Esad pêwendiyan datînin. Tê zanin ku Tirkiye di şerê navxwe yê suriye de li dijê Esad pişgiriya rêxistinên wek Arteşa Azad a Suriye kir û li himber Esad gelek bi tundî kar dikira.

Back to top button