Cîhan

Serokê nû yê mehkûmkirî Don Memo Meral, dê ji girtîgehê hukim li Dalkurd bike

Klûba werzîşê ya Dalkurd di kongreya xwe ya awarte de ku 3 meh beriya kongreya asayî li dar xist, di 02.11.2022 de rêveberiya niha ji kar dûrxist û rêveberiyek demkî hilbijart.

Serokê niha Welat Kılncaslan di 29.10.2022 de ji serokatiya klûbê îstifa kiribu.

Têkiliyên di navbera serokê nû yê Dalkurdê Don Memo Meral û klubê de vedigere salên damezrandina klûbê. Don Memo Meral, birazîyê hewjîna serokê berê yê klûbê Ramazan Kızıl e, berê wek lîstikvan, berdevkê klûbê, direktor û gerînendeyê giştî yê şirketa klûbê DK Elit AB cih girtiye.

Sponsorê sereke yê klûbê û xwediyê %47ê pişkên DK Elit AB Cuneyd Serkewt di peyama xwe ya ji bo Kongreyê de diyar kir ku ger Don Memo Meral wek serok were hilbijartin, ew ê ji klûbê cuda bibin û ew serokatiya mehkûmekî munasib nabînin.

Jiyana Meral ya sansasyonel û krîmînel ku ji gundê Girêmîra yê bajarê Nisêbînê heta Swêdê dirêj dibe û nakokiyên çandî û malbatî yên ku jiyaye buye mijara romana “Xortê ku li pey daristana xwe dimeşe”-

Don Memo Meral dê 1 meh şûnde ji bo cezakirina 16 meh cezayê xwe sewqî girtîgehê bibe û di derbarê ji çi sûcan de hatiye cezakirin û ji ber çi hatiye cezakirin de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.”

Klûb ji ber pirsgirêkên di navbera rêveberên xwe de rojên dijwar derbas dike, dê amadekariyên kongreya asayî ya ku dê 3 meh şûnde bê lidarxistin, bike.

Back to top button