Cîhan

Serokê nû yê Fransayê û kurd

Fransiyan biryara xwe da û serokek ciwan ê 39 salî ji bo posta serokatiya Fransayê hilbijart.Di hilbijartinên îro, roja yekşemê 07.05.2017ê de, li gor encamên destpêkê, Emmanuel Macron 65.9% deng bi dest xistin û bo serokê Fransayê. Hevrika wî ya ji bo posta seroaktiya Fransayê Marine Le Pen 34.1% deng bi dest xistin. Rêjeya beşdarîkirina xelkê di dengdanê de zêdetir ji 74% bû.Berî destpêkirina hilbijartinên Fransatê bi çend rojan, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya La Figaro, gotibû ku ew daxwazê ji serokê nû yê Fransayê dike piştevaniya Fransayê ji bo kurdan heye biparêze û serxwebûna Kurdistanê qebûl bike.Li gor piraniya şarezayên siyaseta Fransayê, dê serokê nû yê Fransayî Emmanuel Macron li ser siyaseta berê ya Fransayê li ser piştevanîkirina gelê kurd berdewam be û wê piştevaniyê xurtir jî bike.

Back to top button