Vîdeo

Serokê nemir Mistefa Barzanî/Video

Di 1ê adara sala 1979’an da serokê nemir Mele Mistefayê Barzanî li Amerîkayê koça dawî kir. Serokê nemir Mele Mistefayê Barzanî (1903-1979) general û rêberekî mezin ê kurd e û damezrênerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê ye. Barzanî, di 14’ê adara sala 1903’yan da li gundê Barzan jidayik bûye. Di 1905’an da bi dayika xwe ra, ji aliyê Osmaniyan ve tê zîndankirin. Di sala 1914’an de birayê wî yê mezin Şêx Abdusselam Bazanî ji aliyê Parezgarê Musil Suleyman Nazîfê ve biryara îdamê hate dayîn û hate şehîd kirin. Barzanî di sala 1931’an de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ahmedê Barzanî di rêberîya şoreşa Kurdistan da li dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestxistina mafên milletê kurd bi şerên dijwar mora xwe l dîrokê xist. Şoreşa ku di sala 1935’an de hatîye vemirandin û Barzanî hatîye nefî kirin bo bajarê Silêmaniyê. Di sala 1942’an de  Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di sala 1943’an de li devera Barzan li hemberî dijmin şer dest pê kir. Piştî sala 1945’an, diçe Mehabadê û beşdarî damezrandina Komara Kurdistan li Mehabadê dike û wekê wezîrê çengê tê dest nîşan kirin. Piştî têkçûyîna Komara Kurdstan li Mehebadê, barzanî digel 500 pêşmergeyên xwe şrê sê welatan; Îran, Tirkye û Îraqê dike û derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî, piştî nemana rijêma paşatiyê û serkeftna şorerşa 14ê tîrmehê di sala 1958’ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Piştî hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatya Abdulkerîm Qasim ji sozên xwe poşman bû û mafê gelê kurd neda, di 11ê Îlona sala 1961ê bi serokatiya nemir Mistefa Barzanî şoreşa Îlonê ya mezin dest pê kir ku sertaserî Kurdistanê vegirt û heta sala 1970’yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir, di 11ê adara sala 1970ê da hikûmeta Îraqö mecbûr bû otonomiyê j bo kurdan qebî bike. Di 1975’an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd dikeve tengasiyê. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1’ê adara sala 1979’an de diçe ser dilovaniyê xwe. Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hatiye veşartin.

Back to top button