Polîtîk

Serokê Kurdistanê û Wezîrê Navxweya Iraqê civiyan

Nîvroya îro çarşem 29.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Osman Elxanimî Wezîrê Navxweya Iraqê kir.

Li civînê de rewşa emniya Iraqê û metirsiyên terorê û tevgerên Da’îş, çalakiyên Da’îş li ser tixûbê di navbera Iraq û Sûriye û girîngiya kontrolkirina wê tixûbê, rewşa derbasgehên tixûbiyên Iraqê, hevkarî û hemahengiya Wezareta Navxweya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyên ziyanberketiyên şerê terorê û çend pirseke din guftûgo kirin.

Li civînê de ku birêz Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, dakokiyê li ser berdewamî û pêşvebirina hevkarî û hemahengiya her du Wezaretên Navxweya Federal û Herêma Kurdistanê û sazî û damezraweyên wan li hemû rûyekê ve kirin. Her wiha birêz Serokê Herêma Kurdistanê pêzanînên xwe ji bo rola erênî ya birêz Wezîrê Navxweya Iraqê û hewlên wî yên ji bo hevkarî û hemahengiya li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî.

Back to top button