PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê li gel David Copley civiya

Êvariya îro sêşem 06/10/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya birêz David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê kir.

Li civînê de pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emnî, guftûgoya stratejiya Amerîka û Iraqê û peywendiyên her du aliyan, kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, gefên li ser şandên dîplomasiyan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş, pirsa hilbijartinên pêşwextên paşerojê, gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna tevgerên çekdariyên Da’îşê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîka li gel Iraqê kirin bi taybetî jî li warê aboriyê da û rexsandina derfeta kar ya ji bo kerta taybet û sermayeguzariyên Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina alîkarî û hevbeşiya di navbera wan nirxandin.

Her du alî bi hevre bûn ku pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamiya erk û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş û hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqiyan heye ku heta nehiştina yek cariya gefên Da’îş û ji navbirina wan.

Li civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa navçeyê bi giştî, pejika Kovid 19 û encamên wê û çend pirseke dinê girîngên hevbeş, xistin ber behs û guftûgoyan.

Back to top button