Polîtîk

Serokê Kurdistanê fermana Herêmî ji bo sê postên bilind îmza kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro yekşem 12.07.2020 fermana Herêmî ji bo danîna Birêveberên Giştiya Polîs, Polîsên Hatinûçûnê û Regeznameya li Herêma Kurdistanê derxist.

Li civînek da bi amadebûna birêzan Rêber Ehmed Wezîrê Navxo û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, piştî îmzakirina fermana Herêmî ji bo birêzan Lîwayê Polîs Tariq Ehmed Îbrahîm, Birêveberê Giştiyê Polîsên Herêma Kurdistanê, Lîwayê Polîs Ebdulqadir Ezîz Îbrahîm Birêveberê Giştiyê Hatinûçûna Herêma Kurdistanê û Lîwayê Polîs birêz Hêriş Ehmed Mihemed Birêveberê Giştiyê Regeznameya li Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî li gotarek da ji bilî balkişandina bi erk û xizmet û ezmûna diyar û cihê destê wan yê ber bi çavê berê ya li warê karên wan da, pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê li erk û postên wan yê nû da xwest.

Back to top button