Civak

Serokê Kurdistanê dûvdaçûna rewşa Dihokê dike

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dûvdaçûnê ji bo rewşa lêqewimiyan û ziyanên wan yê baran û lehiya Parêzgeha Dihokê û proseya bi hanave çûn wan dike û hevkariyekî bi lez dide îdareya Parêzgeha Dihokê.

Piştî nîvroya roja îro pênçşem 19/03/2020 li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Ferhad Etrûşî Parêzgerê Dihokê, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî serxweşî û hevxemiya xwe ya ji bo malbat û kesukarê wan dû qurbaniyên ku li encama lehiya tixûbê parêzgehê li Sêmêlê û Zaxo canê xwe ji dest da, bi hûrî dûvdaçûnê ji rewşa lêqewimiyan û texmînî û mezendeyê ziyanên wan û karên wan yê bi hanaveçûn û çawayiya hevkarîkirin û yarmetîdana lêqewimî û ziyanmendan kir.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, piştgîriyê ji bo karê dam û dezgehên peywendîdar ya ji bo bihanaveçûna lêqewimiyan dûpat kir û biryarê da wekî hevkariyekî bi lez ya bihanaveçûnê, (yek milyar dînar) ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve pêşkêşî îdareya Parêzgeha Dihokê bê kirin.

Ji aliyê xwe ve birêz Parêzgerê Dihokê, ji bo xemxurî û bi serkirina rewşa lêqewimiyan û parêzgehê, spasî birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Back to top button