Polîtîk

Serokê Kurdistanê biryareke dîrokî di 12.12.12ê da

 

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê roja 12ê vê mehê  biryar da ku, hemû wezaret, saziyên fermî û nivîfermî û aliyên din yên peywendîdar, ji nuha û pê de, li ciyê termînolojiya (deverên nakokî li ser) temîlojiya (deverên Kurdistanê yên li deveyî herêmê) bikar bînin.

(Deverên nakokî li ser) ew deverên Kurdistanê ne yên ku, dikevn di nav çarçoveya madeya 140ê de û ew temînolojî di destûra Îraqê de ji bo wan deveran hatiye tesbît kirin. Lê çend roj berê serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî û hindeke berpirsên din yên hikûmeta Îraqê bêjeya (deverên tevlîhev) ango deverên kurd, ereb û tirkmenan ji bo wan deveran destnîşan kir.

Ev li jêr teksta biryara serokê Kurdistanê:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovam

Biryara jimare 26 sala 2012ê

Piştî hindeke berprisên mezin yên hikûmeta Îraqê jibikaranîna termînolojya  (deverên nakokî li ser) ku, di destûra Îraqê de weke îşaret bo deverên Kurdistanî yên li derveyî herêma Kurdistanê hatiye tesbît kirin,  poşman bûn û li cîyê wê di karên xwe yên fermî de termînolojiyeke din bikartînên ku, tu belgeyên qanûnî, realîstî, dîrokî û cografî jê re nîn in. Ev yek jî wê yekê diyar dike ku, hikûmeta Îraqê naxwaze medaya 140 a destûra Îraqê cîbicî bike. Ji bona parastina kurdistanîbûna wan deveran di warê nifos û kulturên cihê de û li gor qanûna seroaktiya herêma Kurdistan-Îraq a jimar 1 a sala 2005ê me biryar da ku:

1- Ji nuha û pêde termînolojiya (deverên Kurdistanê yên li derveyî herêmê) bo wan deverên Kurdistana Îraqê yên ku, madeya 140 a destûra Îraq jê digire bê bikaranîn.

2- Li ser hemû wezaret, aliyên fermî û nîvfermî û aliyên peywendîdarên din bi vê biryarê pabend bin.

3- Divê ev biryar ji roja derketinê bikeve di warê piraktîkê de.

 

Mesûd Barzanî

Serokê herêma Kurdistan- Îraq

12.12.2012

 

Back to top button