Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Senatoya Îtalyayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pênçşemê 13.04.2023 ê li Romayê, di civînekê digel birêz Ignazio La Russa Serokê Senatoya Îtalyayê spasiya alîkarî û piştevaniya Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û berengarbûna terorîstan da kir.

Serokê Senatoya Îtalyayê, ji aliyê xwe ve, li ser navê welatê xwe spasiya Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞ ê de kir û got: “Em spasiya we dikin ku hûn li şûna cihanê di çeperên pêşiyê yên şerê dijî terorê da bûn.” Herwesa têkiliyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kirin.

Tekîdkirin li ser bi berdewamî pêşdebirina têkiliyan û alîkariyên hevbeş û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq

Back to top button