CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Qeterê peywendiyan û rewşa navçeyê guftûgo kirin

Roja 17.10.2021 li Doha Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî Mîrê Qeterê civiya.

Li civînê da rêzdar Mîrê Qeterê dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraqê dinêre û aramiya Iraqê ji bo wan girînge, her wiha amadehiya welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî li warên aborî û bazirganî û veberhênanê da derbirî.

Rêzdar xweşhaliya xwe nîşan da ku hilbijartin li Iraqê bi aramiyê de birêveçû û tekez li ser xwesta Qeterê ya ji bo berfirehkirina warên alîkariya hevbeş li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi kurtî jî di derbarê serdana xwe ya dawî ya Bexdayê behs kir û hêvî xwest li hatina vê carê ya Iraqê de, serdana Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî balkişandina bi rol û bandora Qeterê, xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo ber bi pêşvebirina peywendiyên li gel Qeterê li hemû waran da derbirî û dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankariyek ji bo sermayeguzarî û veberhênana Qeterî bike, ji bo eve jî yasaya veberhênana li Herêma Kurdistanê bi alîkar û hander da zanîn.

Rêzdar dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi faktera aramiyê li Iraq û navçeyê dimîne, bi kurtî jî di derbarê hilbijartinên Iraqê û encamên destpêkiyên wê xiste rû, her wiha hêvî xwest hikûmeteke jê derkeve ku jiyan û guzeran û xizmetguzariya baştir ji bo hemû pêkhatên Iraqê dabîn bike.

Li mijareke dinê civînê de her du alî nêrîna xwe ya di derbarê rewş û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî xistin rû û tekez li ser girîngiya alîkariya hevbeş ya ji bo parastina aramiyê kirin.

Back to top button