Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyera teroristî li Bexdayê daxûyaniyek ragihand û ev bûyera teroristî bi tundî şermezar kir.
Daxûyaniya serokê Kurdistanê:
Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstiyê şermezar dikim ku îro bi bombeke çandî bazareke bajarê Sadir ya li Bexda armanc kir û li encamê da dehan welatî şehîd û birîndar bûn.
Pirse û sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî kesukarên qurbaniyan dikim û hevbeşê xema wanim, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazim. Xwedayê mezin giyanê şehîdan bi behişt şad bike û hedarê bide malbat û kesukarên wan.
Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû yarmetî û hevkariyeke pêwîst yên pizîşkî û pêşwaziya li birîndaran amade û vekirîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.07.2021