Civak

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Letîf Reşîd dike

Serokê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê pîrozbahî lê kir.

Di twîtekê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokkomarê Iraqê pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniya xwe ya li ser Twitterê de got:Hêvîdarim hemû alî bi hev re ji bo paşerojeke baştir û pêkhatina hikûmetek ku bersiva daxwazên welatiyan û kêşeyên vê qonaxê bide, kar bikin.

Back to top button