Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsya kir

Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê pîrozbahiya xwe û Sergi Lavrov Wezîrê Derve û Mîxaîl Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Nêçîrvan Barzanî ragihand û hêviya serkeftinê xwest. Li beramber da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya wan kir û silav û rêzên xwe ji bo birêz Wezîrê Derveyê Rûsya û Cîgirê wî re şand.

Li hevdîtina ku roja 17/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, her dû alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Rûsya û çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexda li ser bingeha destûrê kir. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyê nîşan da û balkişand li ser serdana doh ya şandekî bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexda.

Nirxandina rewşa Rojhilata Navîn û çend babetekî peywendîdar bi rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê vê civînê bû.

Back to top button