Cîhan

Serokê dewleta Kosovayê îstîfa kir

Dadgehên Kosovayê biryarêkî dane ku Serok Dewletê Kosova Fatmîr Sejdîu zagona bingehînê îhlal dike ji ber ku hem serok dewlete hem jî serokê partiyeke. Piştî biryara dadgehê Sejdîu jî îstifayê kir.

Serok dewletê Sejdîu , serokê  Yekitiya Demokratîk a Kosovaye  ku ew partî hawkarê rêveberiya Kosovayê ye . Erka wî yê serok dewtletî jî pirtir sembolîke.

Îstîfayê serok dewletê Kosovayê Fetmîr Sejdîu  berê ya hevdîtinên di nawbera Kosova û Sirbîstanê rasthat.

Kosova di sala 2008an de ji Sirbîstanê veqetiyan û serxwebûna xwe îlan kir lê ew biryar ji aliyê Sirbîstanê ve nehatîbû pejirandin.

Di meha Tîrmehê de Dîwana Dad a Navneteweyî jî li ser serxwebûna Kosovayê biryarek dabûn ku ew biryar ne li dijî hiquqên navbera dewletane.

Sejdîu da zanîn ku , li gor min mirov dikare her du erkê bike û ew ne li dijî zagona bigehînêye lê dîsa jî biryarê dadgehê re rêz digrim.

Heta niha 69 welat serxwebûna Kosovayê nas kirin. Lê ji bo peydakirina statuya dewletê pêwîstiya naskirina endamên 100 dewletên NY heye.

Back to top button