PolîtîkRojev

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu bû berbijêrê Tifaqa Millet

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ku li dijî namzediya Kiliçdaroglu derketî û Maseya 6 kolî terikandî, piştî hevdîtina bi Yavaş û Îmamoglu re cardin vegeriya Tifaqa Millet. Akşener ji bo 2 şaredariyên bajarê mezin banga namzetiyê kirî bû lê tu bersiv negirtîbû. Akşener xwest her du nav jî vê carê bibin cîgirên serok.

Piştî civîna Maseyê 6 kolî serokê Partiya Saadetê Karamolaoglu derket himber çapemeniyê û li himber qelebalixa ku ber deriyê avahiya Saadet Partiyê kom bûyî, daxûyanî da û got:Ez we hemûyan bi hurmet û hezkirin silav dikim. Me encameke baş bi dest xist. Sedema ku em îro li vir hatin cem hev hûn hemû dizanin. Ez naxwazim we demek dirêj li vir bihêlim. Ji xwe wek erk dibînim ku ragihînim. Biryara ku me di encama van hevdîtinan de girtiye eve: Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu berbijêrê me yê serokkomariyê ye.

Back to top button