Nivîsar

Serokê ASDK-DER a Erxaniyê  M. Şah  Özgül jiyana xwe ji dest da…

Wî li hemberî Dadgeha Leşkerî ya Dewleta Kolonyalîst bi çend hevalên xwe ve parastina siyasî pêşkêş kir. Di parastina siyasî de metîngehkariya Dewleta Tirk û çar dewletan teşhîr kirin û helwesta xwe ji bona serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê nîşan dan..

Îbrahîm GUÇLU

Di van salên dawî de û bi taybetî jî di peryoda Covîd-19an de Tevgera Neteweyî ya Bakurê KUrdşistanê jî gelek berhemdar û afirandar û xizmetkarê Dopza Kurd-Kurdsiatnê wenda kir. Ew ji bona Tevgera Neterweyî ya Bakurê KUrdistanê bû darbeyeke mezin û valayeke mezin.  Di hemandem de em hevalên wan jî,  ji bona gelek kurdperwer û Mirovê Doza Kurd-Kurdistanê wenda kir,em gelek xemgîn bûn.

Roj tune ye ku em nûçeyek reş negrin. Min/Me îro jî nûçeyek reş û xemgînî wergirt ku Mirovê Doza Kurd-Kurdistanê û xebatkarê TEVGERA Rizgarî-Ala Rizgariyê Serokê ASDK-DER A Erxaniyê M.Şah Ozgul jiyana xwe ji dest daye û ew kesê rûgej ji nav me koç kiriye çûyê bûye mêvanê dozgerên Doza Kurd-Kurdistanê û Evdirrehman Demîr.

Min, Mehmet Şah Özgül, di ciwantiya wî de li Erganiyê dema xendevanê lîseyê bû nas kir.  Ew zarokê gundiyekî bû. Gundê wan li Erganiyê bi kurdperwerî û şoreşgerî dihat nas kirin. Ew jî di wê attmosferê de bibû şoreşger.

Dema min ew nas kir ew xortekî şoreşger û sosyalîst û Maoîst bû. Lê pişt re beşdarî Tevgera Rizgarî û Ala Rizgariyê bû. Di nav Tevgera neteweyî ya Kurdistanê de bû xortekî çalak û naskirî.  Ji bona rêxistinkirina neteweya kurd xebat meşand.

Li Erxaniyê dema pêvajoya avakirina ASDK-DERê dest pêkir. Wî jî di damezrandina ASDK-DERê de rola xwe lîst û bû damezirandinê (hîmdarê) ASK-DERê.

M. Şah Ozgul ciwanekî bê tirs û di doza Kurd-Kurdistanê de kesekî gelek dilsoz bû. Loma jî di wan şertan de wek kesekî gelek ciwan bû serokê ASDK-DERê.

ASDK-DERê li Kurdistanê li dijî Dewleta Kolonyalîst ya Tirk têkoşîneke bêhempa û ji derveyî pîvanên Qanûna Komelayanê domand. Serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê parast. Wî jî bê tirs di nav ev têkoşîna pîroz de cîh girt.

Wî dem-dem jî li bajarên din yên Kurdistanê beşdarî xebata Kurdperwerî bû.

Ew jî wek bi hezaran Kurdperweran di dema Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de hat girtin û lê îşkenceke gelek xirab hat girtin. Di êşkenceyê de li ber xwe da. Ji êşkenceyê bi rûyekî spî derket û hevalên xwe jî rûsipî kir.

Ew Demeke dirêj di zîndana Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de ma. Di Doza Rizgarî û Ala Rizgariyê hat darizandin û ciza lê hat birîn.

Wî li hemberî Dadgeha Leşkerî ya Dewleta Kolonyalîst bi çend hevalên xwe ve parastina siyasî pêşkêş kir. Di parastina siyasî de metîngehkariya Dewleta Tirk û çar dewletan teşhîr kirin û helwesta xwe ji bona serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê nîşan dan; mafên neteweyî yên gelê me gelê me bê tirs aşkere parastin.

Ew malbatî jî dostê me bû.

Piştî ku ez ji Ewrûpayê vegeriyam Kurdistanê pêwendiyê me her dem berdewam bû. Derfeta me bû ku em bi hev re beşdarî çend civînan bin jî.

Nexweşiyeke wî ya domdar hebû.

Ez/em bi mirina wî gelek xemgîn in.

Bila serê malbata wî, dost û hevalên wî, gelê me sax be.

Back to top button