Cîhan

Serokê Ameriya Şêwirwendê asayişa netewî ji kar dûrxist

Serokê Amerîkayê Donald Trump Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê John Bolton ji kar dûrxist.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî ji Şêwirmendê Asayişa Netewî Amerîkayê Bolton xwestiya ku dest ji karê xwe berdê..

Trump di hesabê xwe yê Twîtterê de dibêje: Şeva borî min ji John Bolton re got ku êdî pêwîstî bi xizmeta te li Qesra Sipî nemaye. Heman wekî kesên di rêveberiya wî de, ez qet beşdarî pêşniyarên ku dikirin nedibûm û ji ber vê jî min destberdana kar ji wî xwest. Wî jî vê sibehê îstifa xwe da xûyakirin.”

Roja ku Trump bûyî serokê Amerikayê heta niha 4 Şêwirmendên Asayîşa Netewî yên Qesra Spî hatine guhertin.

Back to top button