Hevpeyvîn

Serok:Bedel pir giran e lê divê were dayîn

 

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Heyat a Londonê de ragihand: “Bûyera şehîdbûna 3 pêşmergeyên birayên hev di rojekê de nayê jibîrkirin. Ez çûm mala wan li devera Soranê û dayîka wan Ayşe pêşwazî li min kir. Dema ku hevjîn û zarokên wan şehîdan li dora min kom bûn, ez pir êşiyam.”

Serokê Kurdistanê wiha domand: “Ez nizanim çawa behsa wê bikim. Min ji dayîka wan şehîdan re got, em hemû pê serbilind in ku tu dayîka me bî û em jî kurê te bin. Ew şehîdên milet in. Hemû şehîdên Kurdistanê kurên te ne.”

Serok Barzanî di wê hevpeyvînê de wiha pêde çû: “Dayîka wan şehîdan ji min re got: Xemê nexwe. Ev serbilindiyeke mezin e bo malbata me. 2 kurên me yên din hene, ew jî amade ne xwîna xwe ji bo Kurdistanê bidin.”

Rojnamevanê ku ev hevpeyvîn ligel Serok Barzanî pêk aniye wiha dibêje: “Dema ku Serok Barzanî ev gotin digotin, hewl dida ku hêsirên wî neyên xwar.”

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de amaje bi helwêsta pêşmergeyekî li eniya şer dike, ku dema jê re dibêjin birayê te şehîd bûye û bavê te birîndar e, bi telefonê ji birayê xwe yê din re ku ew jî li einya şer bû, dibêje “va ez li şer im ti ligel termê birayê me here û eger bavê min jî şehîd bû wî jî veşêrin û zû vegere şerê xwe…”

Serok Barzanî herwiha çîrokekê din dibêje, ku di 17 meha borî de qewimiye û wiha tîne ziman: “Şehîd Ehmed Mizûrî yê naskirî bi Şêx Ehmo palewanê vê çîrokê ye. Dema ku otomobîleke bombekirî ya DAIŞê nêzîkî wan dibe, wê demê Mizûrî çûye pêşiya wê otomobîlê da ku pêşiya wê bigire, lê dema firsena wê yekê nedîtibû, lewma ferman dabû serbazên xwe ku dûr kevin û xwe bavêjin erdê. Di wê demê de otomobîla xwe ya leşkerî dabû ber wê otomobîla bombekirî. Dema otomobîla bombekirî diteqe Şêx Ehmo şehîd dibe û hevalên wî rizgar dibin.”

Serok Barzanî herwiha amaje bi wê yekê jî dike ku, “Dema dilopek xwîn dirije ziyaneke mezin e. Bîne ber çavên xwe, dema ku tu sibehê efserekî dibînî û êvarî ji te re dibêjin şehîd ket. Carna ew kes bi xwe kurê şehîdekî ye yan jî neviyê şehîdekî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê dide zanîn ku heta niha 800 Pêşmerge şehîd bûne, ku 300 ji wan efserên pilebilind bûn û eşkere dike ku kuştiyên DAIŞê bêtirî 300 hezar kesî ne.

Serok Barzanî wiha didomîne: “Bedel pir giran e lê divê were dayîn, ji ber ku bergiriyê li hebûna miletekî û kerameta wî dike. Herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke mezin hatiye, lê bi piştrastî ez dikarim bêjim me DAIŞ şikenand û me nêzîkî 17 hezar km ducar ji destê wan derxist.”

Serok Barzanî behsa wê yekê jî dike ku wan ji Bexda û çend aliyên din re gotiye, Em amade ne şerê jinavbirina DAIŞê bikin eger çekên giran bidin me.

Serok Barzanî wiha dibêje: “Em nahêlin tişta ku çêbû, dubare bibe. Ez dixwazim bi zelalî bêjim, em wan hovên ku serê sivîlan jê kirin û jinên êzîdî revandin, efû nakin. Herwiha em wan kesan jî efû nakin ku alîkariya wan terorîstan dikin. Mebesta min tolhildan nîne, lê ez dixwazim dadperwerî hebe.”

Serok Mesûd Barzanî herwiha pesnê xelkê Kurdistanê dide û dibêje: “Dema ku şer dest pê kir, hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Nûrî Malikî mûçeyê xelkê Kurdistanê birrî. Tevî wê jî xelkê Kurdistanê piştevaniya Pêşmerge kirin û heta nan ji wan re birin eniyên şer.”

SerokBarzanî tekez kir ku hevahengiya wan ligel artêşa Iraqê baştir bûye, lê pêşbînî nekir ku kengî dê ev şer bi dawî were.kdp.info

Back to top button