Polîtîk

serokayetiya kurdistanê êrîşa Kerbelayê şermezar kir

Bi mixabinî li van çend rojên derbasbûyî û li dema birêveçûna rêwresma bîranîna çileya koçadawiya îmam Hisên (silavên Xwedê li ser be) zincîrek teqîn û êrîşên ne mirovane ji aliyê komek terorîstan ve li ser beşdarên vê rêwresmê li parêzgeha Kerbela û cihên din hate kirin ku bi vê sedemê ve hejmareke zêdeyê hemwelatiyan şehîd û birîndar bûn.

Serokayetiya herêma Kurdistanê bi tundî vê kiryara terorîstan şermezar dike û di heman demê de sersaxî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan diyar dike û ji Xwedayê mezin hêvîdare şehîdan bi bihuşta fireh şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze.

Tawana vê êrîşa li ser hemwelatiyan û ziyaretkarên cihên pîroz li rudaweke wiha de û di wê dema welat ber bi proseyeke nû ya hilbijartinan pêngavan diavîje, ji bilî ew rêznegirtine li buha û pîroziyên ol, mirovayetî û azadîya raderbirînê, di heman demê de hewldane ji bo têkdana rêzan û anîna dubendî û nearamiye. Ji bo wê yekê li beramber vê pêvajoyê pêwîste bi ciddî û bi awayeke nûnertiya li hemû aliyek ve kar bê kirin da ku terorîst ji holê bêne rakirin.

Careke din sersaxî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan derdibrîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Berdevkek bi navê
Serokayetiya erêma Kurdistanê
Hewlêr
05.02.2010

Back to top button