Civak

Serok serperiştiya operasyonê dike

Bi beşdariya pênc hezar Pêşmerge û serperiştiya Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê û Serokê Herêmê, Mesûd Barzanî operasyona li rojavayê Hewlêrê didome.Peyamnêrê Rûdawê li bereya Xazir da zanîn ku operasyonê saet 04:30ê sibehê destpê kiriye û armanc kontrolkirina 10 gundên Kurdên Şebek û Kakeyî ne.Ew gundên Kurdistanê ji havîna 2014an ve ketine jêr destê rêxistina Dewleta Îslamî ku bêhtir wekî DAIŞ tê nasîn û nişteciyên wan wekî penaber li deverên din ên Başûrê Kurdistanê belav bûne.Peyamnêrê me herwiha ragihand ku firokeyên şer ên hevpeymaniya li dijî DAIŞê jî bi pêşengiya Amerîkayê bi êrîşên asmanî piştgiriya Hêzên Kurdistanê dikin û bombe dibarînin ser armancên wê rêxistinê.Devera Pêşmerge armanc e rizgar bike wekî sêgoşeyeke berfireh dikeve navbera Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê û bajarê Mûsilê ku di destê DAIŞê de ye.Bi vî awayî xetereya li ser bajarê Hewlêrê û bajarokên wê ji holê radibe ku berî niha DAIŞê bi roketan êrîş kirinê.Sibeha operasyonê sê Pêşmerge, ji ber roket û topên DAIŞê birîndar bûn.Berdevkê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge, Dilşad Mewlûd ji Rûdawê re got: “DAIŞ hêzên me dibîne, lê em nikarin wan bibînin çimkî xwe di xaniyên sivîlan û tunelan de vedişêrin.”Mewlûd herwiha aşkera kir ku: “Ji bilî bidestveanîna wan gundan, armanca me ya din tehfdana DAIŞê ye ji bajarokê Xebat û nêzîkbûn e li Mûsilê.”

Back to top button