CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Aram Baleteyî kir

 Roja 17.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefoniyê da li gel birêz Zana Ezîz ji malbata xwedê jêrazî Aram Baleteyî Endamê Encumena Nûnerên Iraqê û Peyvdarê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê, ji bilî pirse û sersaxiyê, hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr li gel malbata xwedê jêrazî derbirî.

Rêzdar xema ji destdana xwedê jêrazî Aram Baleteyî bi xema xwe zanî û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wî bi himbêz û dilovaniya xwe û şad bike û hedar û aramiyê bi xêzan û kesukar û hevrê û hevkarên wî û hemûyan bibexşê.

Ji aliyê xwe ve birêz Zana Ezîz spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî û hemû ew piştgîrî û çavdêriya dema nexweşketinê da pêşkêş kiribûn, dûpat kir.

Back to top button