PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokomar Erdogan kir

Serok Nêçîrvan Barzanî roja 17.5.2023ê pêwendiyek telefonî li gel serokkomarê Tirkiye tayib Erdogan danî û bi minasebeta serkeftina di hilbijartinan de destve anî bi germî pîrozbahî li Erdogan ê AK partiyê kir.Ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê jî hşviya serkeftinş kir.

Serok Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi hilbijartinên Tirkiyê dide û kêfxweşiya xwe jî li hember serkeftina proseya demokratîk û bi rêkûpêk û aramiya proseya helbijartinan û rêjeya beşdariya bilind nîşan da.

Wî bawerî û geşbîniya xwe bi serkeftina Serokomar Erdogan di gera duyem a hilbijartinên serokomariyê de nîşan da û serkeftina wî ji bo gelê Tirkiyê û qonaxa niha û paşerojê ya wî welatî girîng û pêwîst e.

Ji aliyê xwe ve, birêz Erdogan spasî û pêzanînên xwe ji bo AKPê ji bo peywendiyê nîşan da û pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraqê, welatên din û Herêma Kurdistanê vekiriye.

Back to top button