CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Derve yê Almanyayê wergirt

Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê nameyek ji wezîra derve ya Almanyayê xatun Berbok wergirt.Di nameya xwe de wezîra derve ya Almanya ji bo rojên 7.10ê mehê de serdana xwe ya Kurdistanê de ji bo pêşewaziya germ a Nêçîrvan Barzanî spasiyê dike. Berbock tekezî li berdewamiya pêwendiyên navbera Iraqê û herêma Kurdistanê dike û herweha behsa berdewamiya mayîna hêzên Almanî li herêma Kurdistanê dike.

Xanim Berbock herwiha xweşhaliya Almanyayê ji Herêma Kurdistanê re nîşan da ku ji sala 2014ê ve di encama êrişên DAIŞê de li Herêma Kurdistanê bi taybet penaberên êzîdî û kurd hewandine û dihewîne.

Di vê derbarê de xanim Berbok dûpat li ser piştgîriya welatê xwe ji bo vegerandina penaberan bo ser malên xwe kir û dixwaze Herêma Kurdistanê û Iraq, u li ser vê pirsê gotûbêj û kar bikin. Herwiha tekez kir ku Almanya giring dibîne ku bi cidî kar bike ji bo rûbirûbûna metirsiya guherîna avhewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Back to top button