Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Dîplomasiya Antalya

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî demaji bo ji tevlibûna Kormbenda diplomasi ya Antalya gohat bajarê antalya, ji aliyê wezirê derve yê Tirkiye mewlut Çavuşogluve hate pêşwazi kirin û herweha berdevkê serokkomarê Tirkiye Ibrahim Kalin û cîgirê serokkomarê Tirkiye Fuat Atalay jî xêrhatina Nêçirvan Barzanî kirin.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku, digel hejmareke ber bi çav ya serokên cîhanê beşdariyê di Korbenda Diplomasî ya Antalyayê da dike, êvariya roja înê 11.03.2022ê, di merasima vekirina Korbendê da beşdar bû.

Serokkomarê Tirkiye û hevjîna xwe jî xêrhatina serokê herêma Kurdistanê kirin.

Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Tirkiyê, Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, di merasima vekirina Korbendê da gotar pêşkêş kirin. Wan di gotarên xwe da ronahiyê berda ser gef û pirsigrêkên cîhanê, şer û pêkdadanên Ukrayna û Rûsyayê, rewşa mirovî li Ukraynayê, rola diplomasî û hewldanên bi dawî anîna şer û pevçûnan, girîngiya parastina aramî û tenahiya deverê û gotubêjên Viyenayê.

Her di çarçoveya Korbendê da, Serok Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek digel birêz Şêx Mihmed Bin Abdulrehman Al Sanî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê pêkanî.

Di wê dîdarê da, pêşhatên dawiyê yên rewşa Ukraynayê û bandora şer û verêja şer li ser deverê, têkeliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Qeterê, rewşa Afganistanê û herêmê bi giştî gotubêj kirin.

Back to top button