PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniyê li hemû pêngavên ji bona çareseriyê dikin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêşwaziya li şandeyeka endamên serbixwe yên Parlementoya Iraqê kir ku wek’ komîteya diyalogê têne naskirin.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, gefên li pêşiya xebatên ji bona li hevtêgihiştina aliyên siyasî û derbasbûna Iraqê ji vê rewşa siyasî ku tê da xetimiye hatin gotubêj kirin.

Şandeya mêvan ji Serokê Herêma Kurdistanê ra behsa armanca serdana xwe ya ji bo Hewlêrê kir û diyar kir ku ew dixwazin digel Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî civîn û danûstandinan bikin da ku aliyên siyasî li hev nêzîk bibin û rêyekê vebînin ku rewşa siyasî ya Iraqê ji vê rewşa ku têda xetimiye rizgar bikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan ra got ku ew piştevaniyê li hemû pêngav û xebatên wan yên ji bona li hev nêzîkkirina aliyên siyasî û derbaskirina hemû pirsgirêk û dijwariyên li pêşiya prosesa siyasî li Iraqê hene dike û hêvî xwest ku di kar û xebatên xwe da serkeftî bin û encamên baş bi dest bixin.

Şandeya mêvan, ji aliyê xwe ve, rola Serok Nêçîrvan Barzanî û destpêşxeriyên wî yên ji bona li hevtêgihiştin û li hev nêzîkkirina aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û hêvî xwestin ku birêz Nêçîrvan Barzanî li ser asta Iraqê jî rola xwe bilîze.

Back to top button