CivakRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî cejna rojî yên Êzî pîroz dike

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna Rojiyê ya ezidîyan, pîrozbahî li hemû Kurdên Êzidî kir û di derbarê Ezidîyên windabûyî de got: Careke din jî hemû Êzdiyan piştrast dikim ku hindî xûşk û birayekê me yê Êzdî wenda, revandî û bêserûşûn mabe, em dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirin û vegerandin û eşkerekirina çarenivîsê wan berdewam bin.

Peyama serokê Kurdistanê:

Cejna rojî yên Êzî, li rêzdaran Mîrê Êzdiyan û Babê Şêx û Civata Rûhanî û hemû xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê bin, bi taybetî jî li malbat û kesukarên qurbanî yên Êzdî yên destê terorê, pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn û cejnên bên, aramiyê digel xwe bînin û dûmahiya hemû nexweşiyan bin, jiyan û avedanî vegere war û cihên Êzdiyan û hemû derên ji ber şerê terorê ziyan dîtî û awareyên wargehan vegerin ser mal û gund û bajarên xwe yên tena û avadankirî.

Careke dî jî hemî Êzdiyan piştrast dikim ku hindî xûşk û birayekê me yê Êzdî wenda, revandî û bêserûşûn mabît, em dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirin û vegerandin û eşkerekirina çarenivîsê wan berdewam bîn, her wiha jî dê hemû hewla bidîn û berdewam dê kar bikîn daku kultûrê pêkvejiyanê û hevqebûlkirina pêkhatên olî û netewî li Kurdistanê di parastî bin û bêne firehkirin û Kurdistan her bimînît welatê hemû pêkhateyan.

Cejn pîroz bît û her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

17.12.2020

Back to top button