HevpeyvînRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bexda kûrahiya stratejîk ya Herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja pêncşemê 04.05.2023ê li bajarê Bexdayê, beşdarî gotûbêjên sêyem roja Dîdara Iraqê ji bo Îstiqrar û bexteweriyê li Bexdayê ku,  Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê û hejmarek ji berpirsên hikûmetê, kesayetiyên siyasî, balyozên welatên derve û dîplomat û akademîsyenên ji Iraq û derve di civînê da beşdar bûn, kir.

Gotûbêj bi sernavê “Herêma Kurdistanê aliyek çalak di qada netewî da” bû. Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva çend pirsiyaran da behsa pêşhatên dawî yên rewşa emnî û siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî kir û nêrîna xwe di derbarê çawaniya çareserkirin û rûbirûbûna pirsgirêk û aloziyan diyar kir.

Naveroka gotûbêjê:

Pirs: Cenabê we di van demên dawî da gelek caran serdana Bexdayê dikî. Li gorî hemû pîvanan, hemû serdanên we serkeftî bûne, lê ev demek e bi taybetî di civîn û gotûbêjên di navbera asta siyasî da, tê axaftin ku hûn dixwazin bibin serokê hemû Iraqiyan. Di vê çarçoveyê da Nêçîrvan Barzanî kî ye ku dixwazin li hember tevahiya Iraqê pênase bikin?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Berî her tiştî gelek spas ji bo vê vexwendinê. Di derbarê hatina me ya Bexdayê da, Bexda paytexta Iraqê ye, paytexta me ye û weke erkekî li gorî yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser min erke ku berdewam bibim ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexdayê ber bi baştir herin. Weke her  Iraqiyek şanaziye eger heta Serokomarê wî welatî bim, lê ez berê hatime Bexdayê dema ku ez Serokwezîr bûm û dema ku ez Serokê Heremê ji bûm hatime Bexdayê. hatina min bo Bexdayê gelek gelek normal e û em di çarçoveya welatekî da dijîn ku jê ra dibêjin Iraq û dê bi berdewamî jî bên Bexdayê. Serokomarî jî ji bo min jî wek her Iraqiyek şanaziyeke mezin e, lê niha ew ne di rojeva min ya şexsî ya Bexdayê da ye. Spas ji Xwedê ra hilbijartin hatin kirin û Serokomarê me heye û em serkeftinê ji wî ra dixwazin

Pirs: Herêma Kurdistanê ku hûn yên birêz serokê wê ne, hertim pêşde diçe û pêşdikeve. Her kes vê cudahiyê dibîne û dema ku serdana Bexdayê bike û piştre jî serdana Hewlêrê bike, bêguman dê wê cudahiyê hîs bike. Hikûmeta we ji bo balkişandina veberhênana biyanî kar dike. Raste hûn di vî warî da ji Iraqê cuda ne, lê hûn hemfikirin li ser wê yekê ku di vê navberê da nakokiyên siyasî hene  ku bi nakokiyên kûr têne naskirin. We berê serdana Bexdayê dikir, li Kurdistanê nakokiyên we yên siyasî û hizbî hebûn, lê dema hûn dihatin Bexdayê, hûn bi yekrêziyê dihatin. Çima îro di nav serkirdeyên Kurdan da dubendî heye û ev valahî çawa dikare bê dagirtin?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bila ez dest bi pêşketinên li Herêma Kurdistanê bikim. Helbet li gorî deverên din yên Iraqê, me zûtir dest pê kiribû. Me ji sala 1991ê piştî hikûmeta hînge ya Iraqê îdareyên xwe ji Kurdistanê vekişandin her hingê me îdareya xwe pêkanî, bêguman evrazî û nişêvî û pirsgirêk jî hebûn, lê jîngehek nû hebû û me karî hin xizmetguzariyan pêşkêş bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê ji cihên din gelek cudatir e. Niha jî li Herêma Kurdistanê me gelek kêmasî hene û înfrasttuktura me gelek pirsgirêkên wê hene. Niha jî pirsgirêka elektirîkê li Herêma Kurdistanê heye. Li gor wan pîvanan ku li cîhanê bi pîvanên pêşkeftinê têne hisab kirin, eger em digel Iraq û Herêma Kurdistanê hember bikin hêşta gelek maye em bigehin wan standardên pêşkeftinê li cîhanê. Bêguman piştî sala 2003 ê ew arîşeyên emni ku li gelek deverên Iraqê hebûn, li Herêma Kurdistanê gelek kêmtir ji wan arîşeyên ewlehiyê hebûn. Lê niha em bi kêfxweşî dibînin ku piştî heyam û salên gelek dijwar, piştî şerê li dijî terorîstan û pirsgirêkên di nav Iraqê da hebûn, niha em dibînin ku hemû deverên Iraqê bi hêdî-hêdî ber bi avadanî xweş jiyanê ve diçin. Ji bo me li Herêma Kurdistanê, bi rastî, tu cudahî di navbera Basra, Bexda, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê da nîne. Her pêşketinek ku em li her devereke Iraqê bibînin, em wek pêşketina xwe dibînin. Em dê kêfxweş bibin ku her projeyek baş li her deverek Iraqê bibînin.

Dîsa li gor ezmûna min rêkeftina stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê da derfeteke mezine ku Iraq bi her awayî sûdê jê werbigre.

Pirs: Cenabê we li Bexdayê ye, gelo hinek siyasetmedar û kesayetiyên Iraqî yên nêzîkî we yan jî dostên we hene?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi dîtina min ez nêzîkî piraniya siyasetmedarên Iraqî me, belkî sîh sal û zêdetir e ez hinek ji wan nas dikim. Belê, em dostên hev in, em birayên hev in û roj bi roj em hewl didin ku vê pêwendiyê baştir bikin. Wek mînak, pêwendiya me bi Serokwezîr ra hişt ku, berî her geştekê ez bi wî ra hevahengiyê bikim berî ku ez herim her derê û dema diçim nûnertiya Iraqê jî dikim. Yanî gelek hevkarî û hemahengiya me digel hikûmeta niha û Serokwezîr heye û em dê berdewam bin. Digel hemû hêzên siyasî yên Iraqê zimanê me yê diyalog, lihevtêgihiştin, dostanî û biratiyê heye, bi hêviya Xwedê ev têkilî û dostanî ji bo berjewendiya hemû Iraqê berdewam dibe.

Pirs: Berî ku hikûmet were pêkanîn, cenabê we serdana Bexdayê kir û hûn çûn Henane. Di van demên dawî de haya we ji wan heye?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Na, mixabin haya min jê nîne. Cara dawî me Semahatê Seyîd dît û çûbûn cem wî li Hanane, ew pir dilşewat bû, lê piştî hîngê, wekî ku her kes dizane, wî biryar da ku xwe ji Parlamentoyê vekişîne. Piştî hîngê min bi xwe ew derfet nebû bibînim. Rêz ji bo vê malbata têkoşer û em di wê baweriyê da ne ku birêz Seyîd û Tevgera Sedir li ku bi xwedî giraniyeke mezin e. Em hêvîdar in ku hûn piştgirî bidin hikûmet û Serokwezîr da ku di erka xwe da serbikeve. Piştî hevdîtina digel şandeke Sadirî, peyama me ew bû ku ji wan daxwaz bikin ku piştevaniya hikûmeta niha bikin da ku di kar û erkên xwe da serbikeve.

Di besiva pirseke rojnamevanê Reuters ê derberê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bo derve:

Serok Nêçîrvan Barzanî: Weke min berê jî gotibû, tu biryareke siyasî nîne ku rê li ber cîbicîkirina rêkeftinê bigire. Di derbarê Iraqê da jî, hinek pirsgirêkên teknîkî hene ku divê bêne çareserkirin, ez hêvîdar im di nava du hefteyan da, ne ku du heftiyan bikêşe, bêne çareserkirin. Ji ber ku îro birêz Serokwezîr di civîna me ya îro da behsa mijareke gelek girîng kir. Wî got: “Bi giştî em wekî Iraq zerer dibînin ji ber ku 450 hezar bermîl ku jêdereke dahatê bû, niha kêm bûye.” Ji ber vê yekê divê em van pirsgirêkan di zûtirîn demê da çareser bikin û pêvajoyê ji nû ve bidin destpêkirin. Ji bo ku ev 450 hezar bermîlên ku girêdayî Kerkûk û Herêma Kurdistanê ne, bikeve boriyê û biçe derve. Yanî ev mijar ne tenê girêdayî Herêma Kurdistanê ye, belkî girêdayî tevahiya Iraqê ye. Her roja ku ev pirsgirêk çareser bibe dê bi kêrî hemû Iraqê were. Ji ber ku bi rastî, da ez bi zelalî behs bikim. Herêma Kurdistanê zêdetirî mehekê ye petrol neşandiye, pirsa bingehîn ev e: Gelo mûçegirên Herêma Kurdistanê dê çawa mûçeyên xwe werbigirin? Ev erkê Bexdayê ye, divê vê erkê bi cih bîne. Wekî welatiyekî Iraqî divê ji bo wan bike. Her ku zû ev kêşe were çareserkirin, bargiraniya wê li ser Bexdayê kêmtir dibe, lê eger wiha berdewam bike, ev mafekî yasayî û destûrî ye ku divê Bexda mûçeyên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim, ne du hefte, lê di zûtirîn demê da ev pirsgirêk çareser bibe.

Pirsa nûçegihanê ANP:

Piştî rêkeftina petrolê ya di navbera Bexda û Hewlêrê da, em dikarin bibêjin ku pêwendiyên Bexda û Hewlêrê baş in? Şertên di peymanê da çi ne? Faktorên ku asteng dikin çi ne? Hûn dikarin çawa bi Bexdayê ra kar bikin, bi taybetî di bombebarana Tirkiyê û Îranê da ku Herêma Kurdistanê dike armanc?

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min min di axaftina xwe da bersiva hinek ji van tiştan da, lê bi kurtî ez dikarim bibêjim erê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê di asta herî baş da ne û ya ku ji dema borî cudatir e ev e ku me bi nivîskî rêkeftinek digel Bexdayê heye. Ev rêkeftin rêkeftineke ku, ji aliyê hemû wan aliyên hikûmet pêkaniye hatiye îmzekirin. Derbarê Tirkiyê jî mesele serwerî ye û li gor min Serokwezîrê Iraqê wekî pirseke serweriyê li vê pirsê dinêre û di vê çarçoveyê da tişta pêwîst û pêkan bû kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke peyamnêrê BBC da derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê da got:

Yekem: Îran bi giştî cîranekî girîng e ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Îran welatek bûye ku bi berdewamî di gelek qonaxan da alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, ji pêşwazîkirin û bicihkirina penaberên Kurd li axa wê heta şerê li dijî DAIŞê û em wê yekê ji bîr nakin. Herêma Kurdistanê hertim xwestiye, di çarçoveya siyaseta Iraqê da, pêwendiyên baş digel Îranê hebin. Ji bo agahiya we, ji bilî gaz û maddeyên din, qebareya bazirganiya di navbera Iraq û Îranê da nêzîkî deh heta yanzdeh milyar dolar e ku ji %60 heta %70 ê wê ji Herêma Kurdistanê tê kirin. Ev hemû li aliyekî, ji bilî têkiliyên dîrokî û çandî yên me bi Îranê re hene.

Duyem, em li dijî Îranê alîkariya tu welatekî nakin, Îsraîl û her welatekî din be ku, bixwaze Herêma Kurdistanê li dijî Îranê bikar bîne, alîkariya tu welatekî nakin. Tiştên me yên wiha nînin. Herî dawî li ser biryara Serokwezîr, min bi şandeya Îranê ra li Bexdayê hevdîtinek pêk anî û ji wan re got: De werin em amadene rûnin û eger belgeyek hebe ku Herêma Kurdistanê alîkariya her aliyekî li dijî Îranê kiribe kerem bikin wan belgeyan berçav bikin û em amadene gotûbêj li ser bikin. Herî dawî li ser biryara Serokwezîr bi Îranê re rêkeftinek hate îmzekirin û Herêma Kurdistanê jî weke aliyekî di nava Iraqê da pêdagirê vê rêkeftinê ye. Asayîşa Îran û Tirkiyê ji bo me wek du cîran girîng e û ez dikarim we piştrast bikim ku di warê siyaseta derve da jî gavên me li gor siyaseta ku li Bexdayê heye. Siyaseta Bexdayê ewe ku peywendî bi Îsraîlê ra nebin û Herêma Kurdistanê jî bi wê siyasetê ve girêdayî ye û em rê nadin Herêma Kurdistanê bibe cihê metirsiyê bo ser cîranên me.

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsa dawî ya di derbarê nebûna tîma YNKê di civînên Encûmena Wezîran da got:

Bi awayekî eşkere bibêjim, bi baweriya min vekişîna tîma YNKê ji hikûmetê ne gaveke rast bû. YNK di hikûmetê da beşdarê sereke ye, beşdarê sereke ya avakirina vê hikûmetê ye. Digel YNKê, piştî lihevkirin û aştiyê, me gavên mezin avêtin. Pirsgirêk hebûn, lê me gavên mezin jî avêtin. Xwedê jêrazî birêz Mam Celal û Serok Barzanî bi hev ra gavên gelek girîng avêtin. YNK bi derketina ji hikûmetê û neçûna civînan, rastî ne xizmeta YNKê û ne jî xizmeta Herêma Kurdistanê dike. Ji ber ku dema hûn yek ji beşdarên sereke yên hikûmetê bin, hûn dikarin di hikûmetê da gotina xwe bibêjin. Ger pirsgirêk hebin hûn dikarin di nava hikûmetê da çareseriyan bibînin. Niha hûn ji min bipirsin, ez dê bibêjim erê. Min ji wan xwest ku vegerin, Serokwezîr jî ji wan xwestiye. Niha jî dibêjim cihê çareserkirina pirsgirêkan Civata Wezîran e. Daxwazê ji Bexdayê dikim ku di zûtirîn demê da alîkariya me bike ji bo çareser kirina vê pirsê û vegere nav hikûmetê, eger gotinek wan heye di encûmenê da bikin, ez ji Serokwezîrê Iraqê dixwazim ji bo çareserkirina vê pirsê alîkariya me bike. Ji ber ku ev pirsgirêk ne di berjewendiya YNKê da ye, ne di berjewendiya Kurdistanê da ye û ne jî di berjewendiya Iraqê da ye.

Back to top button