Polîtîk

Serok: Nasname kerkûkê Kurdistaniye

Serok Barzanî, li gel partî û aliyên siyasî yên Turkmanî civiya û bi helkefta salroja jidayikbûna Pêxemberê Islamê pîrozbahî li amadebûyên civînê û musilmanên Kurdistan û tevahiya musilmanên cîhanê kir û di gotina xwe de bal kişand ser dawîn pêşhatên siyasî û qonaxa piştî referandumê û bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî.Di civînê de serok û sikirtêr û nûnerên partiyên Turkmanî yên Kurdistanê sipasiya helwest û xevxemiya Serok Barzanî kirin li ser parastina mafên pêkhateya Turkmanî di salên derbasbûyî de û bi taybet di dema danîna destûra Iraqê de û herweha piştevaniya berdewam ya Serok Barzanî ji pêkhateya Turkmanî re.Amadebûyên civînê tekez kirin ku referandum destkefteke dîrokî ya hemû pêkhatên Kurdistanê ye, ku xwesteka hemû akinciyên Kurdistanê da xuyakirin. Herweha ji Serok Barzanî re ragihandin ku pêkhateya Turkmanî li gel Kurd û pêkhatên din yên Kurdistanê xwedî çarenivîs û pêşerojeke hevbeş in.Di beşekî din yê civînê de, piroseya siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraq û mijara hilbijartinan hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina destkeft û mafên pêkhateyan di piroseya hilbijartinan û îstihqaqên siyasî de hat kirin.

Back to top button