Civak

Serok guh da pirsên zaroka

 Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê serdana Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêrê kir û ji aliyê Birêvebir û karmendan ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li civînek de li gel Birêvebir û Karmendên Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêr ji nêzîk ve guhdarî kêşe û girift û karên wan kir.

Paşê serok serdana xaneya newcewanên kur û keçên bêserpereşt kir û guh li daxwazî û dawakariyên wan girt û amadehiya xwe nîşan da ku li gel Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hemû hewlek didin ji bo çareserkirina daxwaz û kêmkirina êşên wan.

Li dawiyê de dûbare destxweşiyê li karmendên Birêvebiriyê kir ji bo kar û hewlên wan û got: Ew karê ew dikin pîroze û cihê destxweşiyê ye û heman demî de erkekî nîştimaniye.

Back to top button