Polîtîk

Serok Barzanî: Ti hêzek li cîhanê nikare nasnameya rasteqîn a Kerkûkê biguherîne

Serok Barzanî tekezî li ser nasnameya bajarê Kerkûkê dike û ragihand, tiştê niha rûdide demkî ye û ti hêzek li cîhanê nikare nasnameya rasteqîn a Kerkûkê biguherîne.

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel kanala BBC, bal kişand ser sedemên serhildana nakokiyên mezhebî yên piştî rûxana rejîma Iraqê ya sala 2003an û ragihand, li şûna ku aliyên Iraqî, vê derfetê ji bo avakirina Iraqeke federal a yekgirtî bi kar bînin, aliyên Iraqî hewla tolhildanê dan.

Li ser pirsekê derbarê biryara Kurdan de ji bo mana ligel vê sîstema nû ya desthilata li Iraqê, Serok Barzanî tekez kiriye ku “me ti car piştgiriya wê siyasetê nekiriye ku partiyên Şîe di fermanrewayiya Iraqê de peyrew dikirin”.

Derbarê biryara encamdana referadûmê ya sala 2017an de, Serok Mesûd Barzanî di bersiva BBC de bal kişandiye ser sedema xweragiriya hêzên Pêşmerge ya di bûyerên 16ê Cotmehê de û tekezî li ser wê yekê kiriye ku eger ji ber nepakiya aliyekî diyarkirî nebûya, ti car Kerkûk nediket û dibêje: “Ev demkî ye û ti hêzek li cîhanê nikare nasnameya rasteqîn a  Kerkûkê biguherîne.”

Herwiha Serok Barzanî diyar dike: “Ev mijar bûye milmilaniya li ser îradeyê, hemû aliyan xwestin îradeya me bişkînin, ev sedema sereke bû ji bo xweragiriya me. Rast e gelek hewl li dijî me hatin dayîn, lê belê em xweragir bûn û em bi ser ketin, me ew êrîş rawestandin ku di Cotmeha 2017an de bi ser me de hatin kirin, Kerkûk jî  eger xiyaneta aliyekî diyarkirî nebûya, ti car nedirûxiya, lê belê ev demkî ye, çimkî ti hêzek li vê cîhanê nikare nasnameya rasteqîn a Kerkûkê biguherîne.”

Serok Barzanî destnîşan dike: “Mafekî asayî yê her gelekî li ser vê zemînê heye ku bi xwe biryara çarenûsa xwe bide, herî kêm dengê xwe nîşan bide, heta ev jî ji me re rewa nedîtin û rik û kîneke gelek xuya hebû li hember me, ew rik û kîn jî bêhtir zêde bû û guherî bo şikandina îradeya gelê Kurd, loma me jî helwesta xwe nîşan da, ku em ti car jê poşman nabin.”

Back to top button