DosyaPolîtîk

Serok Barzanî: Siyasiyên Iraqê yên ku li dijî referandumê bûn, hatin cezakirin

Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirs, Nûner, Sekreter, Endamên Mekteb û Rêxistinên ser bi Mekteba Navendî ya rêxistinên cemawerî û pîşeyiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya û ragihand ku welatiyên Iraqê di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de ew kesên şovenîst ceza kirk u li dijî mafê gelê Kurdistanê û referandumê sekinîbûn.Roja 17-09-2018an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirs, Nûner, Sekreter, Nûner, Endamên Mekteb û Rêxistinên ser bi Mekteba Navendî ya rêxistinên cemawerî û pîşeyiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya.Di civînê de Serok Barzanî bal kişandiye ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û navçeyê û qonaxa piştî referandûm û xiyaneta 16 Cotmehê û encamên vê xiyanetê li ser jiyana xelkê Kurdistanê.Herwiha Serok Barzanî bal kişandiye ser hilbijartinên Parlementoya Iraqê ku gelek aliyan xwe ji bo wê amade kiribûn ku di encama wê hilbijartinê de helweşîna PDK bibînin, lê belê ji bilî hemû giriftan bi hîmmet û xweragiriya endam û alîgirên PDKê, PDK li ser asta Iraq û Kurdistanê bûye partiya bi jimare yek. Serok Barzanî li dirêjahiya gotara xwe de tekez li wê yekê kiri ku hemwelatiyên Iraqê di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de wan dem û çavên şoveniyan ceza da ku dijî mafê gelê Kurdistanê û referandûmê rawestabûn û ev jî belgeyeke bihêz e ku xelkê Iraqê têgeha şovenîstiyê red dikin.Serok Barzanî spasî qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û şerê berevanî li keramet û axa niştîman kir û ragihand ku “em hemû deyndar û qerzdarê Pêşmerge ne, ji ber ku tenê Pêşmerge bû ku hemû hevkêşeyan guherand û Kurdistan parast”.Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ya 30ê Îlonê mijareke din a gotara Serok Barzanî bû û ji bilî balkişandina wê yekê ku hinek aliyan dixwest berevajiya biryara sazî û damezraweyên Herêmê û îradeya xelkê hilbijartinê paş bixin lê belê pêdagiriya PDK bû sedema wê yekê ku hilbijartin di dema xwe da birêve biçe û nabe bi hincetên cûr bi cûr yarî bi babeta hilbijartin û mafê xelkê bê kirin. Serok Barzanî hêviya ewe jî xwest ku bi hîmmeta cemawer û alîgir û têkoşerên PDK, Partiya Demokrata Kurdistanê serkeftinê bi dest bîne û ev serkeftin jî ji bo wê yekê were bikaranîn ku PDK bikare çaksaziyên bingehîn li hemû warên jiyana siyasî û aborî û îdariya Herêma Kurdistanê bike.Derbarê proseya siyasî ya Iraqê de jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîst e prensîpên hevbeş li biryar û tewafuq di yasadanan û hevseng li damezraweyên Iraqê de bi mekanîzmekî zelal û bi mîsoger cîbicî bikin û herwiha ragihand ku niha danustandinên sift li holê ye ji bo damezrandina encûmeneke bilind a siyaseta stratejî ku aliyên Kurdistanî jî têde beşdar bin, ew jî ji bo rêgirtina li serhildana takrewî li hukimranî û pêwîst e biryarên stratejî ji wê encûmenê derbikevin.Di derbarê rewşa Kerkûk û navçeyên din ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî tekez kir ku ew rastiya niha li Kerkûk heye rastiyeke nesirûştî ye û nayê qebûl kirin û Kerkûk jî bajarekî ji bo pêkvejiyan û tebayiya di navbera pêkhatan de ye, lê belê musaweme li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nayê kirin û biryara boykotkirina hilbijartina Kerkûkê ji aliyê PDK ve ji bo wê yekê bû ku wê rastiya sepandî ya serbazî ya li wî bajarî qebû l nekin. 

Back to top button