Cîhan

Serok Barzanî serxweşiya malbata Bush kir

Serok  Barzanî peyameke serxweşiyê ji bo Serokê Amerîka yê berê George W. Bush kurê mezin ê Serokê Amerîka ê berê George Bushê bav re şand û hevxemî û serxweşiya xwe ji malbata Bush re ragihand.

Serokê Amerîka yê berê George Bush George Bush di sala 1924an li wîlayeta Massachusetts jidayik bûbû û ji sala 1989  ta sala 1993an bo heyama carekê serokê Amerîkayê bû, duhî di temenê 94 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Rola Serok Bushê Bav ya sereke di sala 1991an de bo spandina navçeya dijefirînê li Herêma Kurdistanê hebû û xelkê Kurdistanê ji stem û dijminatiya rêjîma Beis parast.

Back to top button