CivakRojev

Serok Barzanî serxweşiya Îsmaîl Beşikcî kir

Serok Barzanî ji ber koça dawiyê ya hevjîna civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikcî, peyameke sersaxiyê ji Beşiçîre rêkir û tê de hevxemiya xwe nîşan da.

Hevjîna civaknasê navdar ê tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşikci  îro li nexweşxaneyeke Enqerê di 92 salîya xwe de koça dawiyê kiribû. 

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî:

Ji bo bîrmend û dostê qedirgiran ê gelê Kurd Profesor Îsmaîl Beşikci

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Leman Beşikci) gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha hevjîna we ya xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

Back to top button