Civak

Serok Barzanî piştevaniya daxwazên xwepêşanderan dike

Peyama Serok Barzanî ya di derbarê tundî û pêşhatên dawî yê Iraqê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek dilgiranîn li pêşketinên tundî û rûdanên xwîniyên çend rojên derbasbûyî yên li Bexda û Necefê û gelek bi tundî şermezariya xwînrêhtin û kuştin û bikaranîna tundutîjiya dijî xwepêşanderan dikîn.

Daxwaz dikîn Hikûmeta Iraqî û dam û dezgehên fermî û peywendîdar erkên xwe yên li rêgirtina xwînrêhtin û parastina canê hemwelatiyan û xwepêşanderan bi cîh bikin. Pêwîste aliyên siyasî jî ji bo gihîştina çareseriyê, bi zimanê eqil û mentîq muamele li gel vê qeyrana kûr de bikin ku rû li Iraqê girtiye.

Her ji vir ve piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan û hemwelatiyan dûpat dikîn û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan û şehîdên rûdanên vê dawiyê ya Iraqê dikîn û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Mesûd Barzanî
06.02.2020

 

Back to top button