Kultur

Serok Barzanî pirtûkan diyariya Zanîngeha Helebçeyê kir

Li çarçêweya helmeta komkirina kitêban ji bo Kitêbxaneya Zanîngeha Helebçe, Serok Barzanî 251 kitêbên ji çavkaniyên cûr bi cûr bi Kitêbxaneya Zanîngeha Helebçeyê bexşî.

Besam Elî Berpirsê Leqa 12ê PDK bi Nûnerayetiya Serok Barzanî kitêban gihandiye Zanîngeha Helebçe û li vî derbarî de ragihand: “Li çarçêweya wê helmeta ji bo komkirina kitêban ji bo Kitêbxaneya Zanîngeha Helebçe hatibû ragihandin, îro Serok Barzanî 251 kitêbên ji çavkaniyên cûr bi cûrê Zanîngeha Helebçeyê kir diyarî”.

 

Back to top button