Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê Tirkiye kir

Li gora nûçeya siteya serokatîya herêma Kurdistanê, di vê kombûnê de hat daxwazkirin, ku şirketên Tirkiye bi sermayeyên xwe li herêma Kurdistanê bixebitînin û bi berfirehî kar û barên sermayedarîyê bikin.
Herdu alîyan di vê kombûnê de dan nîşandan, ku bazirganî mifta siyasetê ye û başbûna pêwendîyên navbera herdu alîyan, dibe sedemê pêşketina aborîya Tirkiye û Kurdistanê.
Di vê kombûnê de hat dîyarkirin, ku Kurdistanê hem dergehê Tirkiye ye û hem jî dergehê Iraqê ye. Ji ber vê yekê jî tê xweztin, ku devereka azad li ser sînorê navbera Tirkiye û Kurdistanê bê damezirandin.
Di vê navberê de çend bankan jî biryar dane, ku şaxên xwe li herêma Kurdistanê vekin û ji wan bankan jî banka Kar e, ku mezintirîn banka Tirkiye ye.
Serokê Kurdistanê di evê kombûnê de tekez kir, ku pêwendîyên navbera herdu alîyan ber bi pêş ve biçin û daxwaz ji wezîrê dewletê yê Tirkiye yê kar û barên bazirganîyê kir, ku silavên wî bigihîne serokê komara Tirkiye Ebdullah Gul û serokwezîrê Tirkiye Receb Teyib Erdogan û wezîrê derveyê Tirkiye Ehmed Dawudoglu.
Serokê Kurdistanê di vê kombûnê de, pesnê siyaseta niha ya vebûna siyasîya Tirkiye kir û tekezî li ser jîyana bi hev re ya birayane ya navbera Tirk û Kurd kir û got, ku dê ev rewşa birayane di berjewendîya vê deverê de be.
Di vê kombûnê de behsa rewşa Iraqê û herêma Kurdistanê jî hat kirin û hat dîyarkirin, ku gerek hemû pêkhatên nava Iraqê beşdarîyê di hukûmeta nû ya Iraqê de bikin.

Back to top button