PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir

Roja yekşem 20 ê Eylûla 2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Almanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Klemens Semtner Konsolê Almanya ji bilî xwe nasandinê, spasî sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir ku li hemû astan da muamele û hemahengiyeke baş li gel Konsolxane û tîmê dîplomasiya welatê wan ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Her wiha tekez jî li piştevaniya Almanya ya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşxistina peywendiyan kir.

Her li vê civînê de Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Almanya xwest.

Back to top button