Polîtîk

Serok Barzanî Pêşwaziya Dr Eyad Elawî Kir


Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê lîsteya El Îraqiye Dr Eyad Elawî kir.

Di hevdîtineke de ku Serokwezîrê berê yê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî amade bû, Elawî pîrozbahiyên xwe yên bi minasebeta Newrozê pêşkeşî Serok Barzanî û Gelê Kurd kir.

Piştî pîrozbahiyên Newrozê, di berdewamiya hevdîtinê de meseleya hilbijartinên Parlementoya Îraqê û çuwetiya damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê hate giftûgokirin.

 

KTV

 

Back to top button