Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Roja  15.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya John Wilkes Balyozê Brîtanya li Iraqê û Martyn Warr Konsolê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya li asta navdewletî û navçeyî û her wiha proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û ji bilî balkişandina li ser berdewamiya gef û metirsiyên Da’îşê li ser asayîşa Iraq û navçeyê tekez li wê yekê kirin ku guhertin û pêşhatên siyasiyan nebê sedema wê yekê ku haydarî li ser şerê Da’îşê kêm bibê.

Jiyan û guzeraniya koçberan li parêzgeha Nînowa û her wiha karkirina ji bo vegerandina Êzîdiyan li ser mal û warê xwe û dabînkirina asayîş û xizmetguzariya li navçeyên wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Back to top button