Polîtîk

Serok Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Rûsya civiya

roja 07.10.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya û şandekî li gel kir ku ji Mikhail Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serok Putîn yê Rojhilata Navîn û Maksim Maksimov Balyozê Rûsya li Iraqê û Alksander Kinshchak Berpirsê Beşa Rojhilat û Bakûrê Efrîqa ya Wezareta Derveyê Rûsya û Zelîmxan Mutsov Endamê Dûmayî Rûsya û Olêg Lêvîn Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr û hejmarek karbidestên siyasî û Nûnerên kompanyayên Rûsya pêkhatibûn.

Li civînê de Wezîrê Derveyê Rûsya ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Rûsya û gelê Kurdistanê rola malbata Barzanî û bi taybet Mela Mistefa Barzaniyê Nemir li kûrkirina wan peywendiyan bilind nirxand. Her wiha balkişandin li ser rola siyasî û dîrokiya Serok Barzanî û ragihand ku ji bo hevkariya hemû aliyan ya ji bo çareserkirina pirsên navçeyê û pişt bi ezmûna Serok Barzanî dibestin. Her wiha hêviya pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê li warên cûr bi cûrên aborî û çandî û siyasî de xwest.

Li beşekî dinê axaftinên xwe de Wezîrê Derveyê Rûsya ji bilî şîrovekirina armancên serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê, xweşhaliya xwe ji bo baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda ragihand û eve jî xisterû ku piştî şikesta Da’îş diyalog û karên hevbeş ya Hewlêr û Bexda bibê sedema çareseriya giriftan û pêşketin û geşbûna aborî.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Wezîrê Derveyê Rûsya û şanda li gel kir û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsya bi peywendiya dîrokî wesif kir ku bingeheke bihêz heye û daxwaz jî kir ku ev peywendî li hemû warek de bê pêşxistin. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî peywendiyên Hewlêr û Bexda bi erênî da zanîn ku hengaveke baş berev çareserkirina kêşeyan pêkaniye û baştirbûna wan peywendiyan yarmetiya aramiya navçeyê dide.

Rewşa Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye mijareke dinê vê civînê bû û Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Wezîrê Derveyê Rûsya ragihand û daxwaz jî kir Rûsya rola xwe li wê yekê de bibîne ku egera her rûdan û guhertinekê de rêgirî li kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd li Sûriye bigre.

Li vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn.

Back to top button