Polîtîk

Serok Barzanî li gel Serok Erkanê Artêşa Amerîka civiya

Êvariya îro sêşem 25.11.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Raymond Odierno Serok Erkanê Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stevart Jonz Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pênîngton Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek piledar û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Enwer Hacî Osman Cîgirê Wezîrê Pêşmerge û Ferîq Şêrwan û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Sefîn Dîzeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Erkanê Artêşa Amerîka li axaftina xwe de nîgeraniya xwe beranber vê rewşa xerab ya li encama êrîşa terorîstan nîşanda ku Iraq tûşî bûye. Eve jî ragihand ku hatiye ji nêzîk ve rewşa meydanî û karê hevbeş û hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û Pêşmerge û hêzên Iraqiyan bibîne û agahdarî dîtin û nêrînên Serok Barzanî yên di derbarê çawayiya berengarbûna terorîstên Da’îşê bibe. Serok Erkanê Artêşa Amerîka xweşhaliya xwe jî ji bo vê hemahengiya kêmwêne nîşanda ku li navbera hêzên welatê wan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da heye û tekez li wê yekê kir ku ew hemahengî û hevpeymanî encamên gelek baş pêkaniye û wekî hemahengiya di navbera dû hevkaran de bûye. Serok Erkanê Artêşa Amerîka li dirêjahiya axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser aloziya rewşê wê yekê dupat kir ku welatê wan li şerê terorê ya li hevkarî û palpiştîkirina Pêşmerge û artêşa Iraqî de berdewam dibê û kar jî ji bo ewe dike ku li hevkarîkirina Pêşmerge de wan astengiyan kêm bike.

General Raymond Odierno destxweşiyê li hêzên Pêşmerge kir ku qehremanane rûbiruyê terorîstan bûne û serxweşiyên xwe jî li Serok Barzanî û malbat û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstên Da’îş da canê xwe bexşîne û şehîd bûne.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Erkanê Artêşa Amerîka û şanda li gel kir û li axaftina xwe de tîşk xiste li ser rewşa siyasî û emniya Iraqê û êrîşa terorîstan ya li ser Musil û Herêma Kurdistanê û balkişand li ser wê yekê ku ji bo çareseriya wê rewşa xerab ku pêkhatiye pêwîste bi tenê çareseriya serbazî, çareseriya siyasî û rastî dîtina rewşa siyasî û emniya Iraqê jî hebê. Serok Barzanî di derbarê serkeftinên Pêşmerge de wê yekê ji bo şanda mîhvan xisterû ku Pêşmerge li Kobanê heta Celewla bi dirêjahiya hezar û pênçsed kîlometir bi îmkaniyat û çekên kêm karî rûbiryê rêxistineke terorîstî ya pir çek bibê ku îmkaniyat û çekên pêşketî ya dû dewletan ketiye destên wan. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku terorîstên Da’îş tehdîdeke giştî ne li ser hemû aliyek, ji bo wê yekê ji bo ji navbirina wan hewlekî hemû aliyene pêwîste û nabê terorîst li Iraq û Sûriye û tu cîheke wan yê spartinê hebê.

Her li vê civînê de rewşa meydanî ya li bereyên şerê dijî Da’îş û pêdiviyên hêzê Pêşmerge û her wiha çawayiya berfirehtir kirina hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Amerîka û Pêşmerge û artêşa Iraqê xistin ber behs û her dû alî tekez li ser hemahengî û berdewamiya karên hevbeş ya di navbera xwe ya li şerê dijî terorîstan kirin.

 

Back to top button