Vîdeo

Divê Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyana hemû pêkhatan, lê belê paşgeziyê li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nakin

Serok  Barzanî li civîneke rojnamevanî da encama hevdîtin û serdanên xwe yên Bexda, Necef, Îmarat û Kuweyt xisterû. Serok Barzanî ragihand: “Me xwest bi vê serdanê carekî din niyeta xwe ya baş derbibrîn. Her wiha helwesta xwe ya aştîxwazane dûbare bikîn, ji ber ku herdem raya me wiha bûye û eger vegerîne ser qonaxên berê jî li hemû qonaxan da herdem me dakokî li ser ewe kiriye ku hemû giriftên li gel Bexda divê bi diyalog û hevdû têgihiştin û rêz li hevdû girtinê bêne çareser kirin. Em nebûn ku rêyên din me hilbijartibê, ewe Bexda bû ku berê hemû dergehan girtibû û rêyeke din hilbijart”.

Di derbarê qonaxa nû ya peywendiyên Hewlêr û Bexda, Serok Barzanî ragihand: “Niha jî em bawerin derfetekî nû ji bo hemû Iraq û Kurdistanê hatiye pêş, cenabê birêz Seyîd Adil Abdulmehdî dostekî me yê kevine, miroveke ji kêşeya Kurd û Kurdistanê têdigihe, li Kurdistanê jiyaye, ji ber wê me hêviyeke zêde heye bikarîn li gel wî bigihîn çareseriyeke gelek baş ji bo hemû kêşeyan, min jê re jî got ku em hemû şiyanek ve piştevaniyê li te dikîn, hêviya me heye li gel wî bigihîn têgihiştineke baş”.

Serok Barzanî ragihand: “Li Bexda li gel hemû aliyek bi bê cûdahî civiyayîn, ewên dostê me bûn, ewên li xeraptirîn qonaxan da dostayetiya xwe parast û wan jî her çi bi wan kiribe dijî me kiribin, li gel hemûyan rûniştîn, lê belê dixwazim li vir da dakokiyê li ser xalek bikim, hîç hengavek û helwestekî me li ser hesabê prensîb û armancên stratejiyên gelê Kurdistanê nabê”.

Di derbarê mijara guftûgoyên li Bexda, Barzanî zelal kir: “Me behsa hemû giriftên xwe kir, bi taybetî navçeyên derveyê îdareya Herêmê, em gihîştîn têgihiştineke baş ku bi diyalog û li gor destûr û maddeya 140 wan kêşeyan çareser bikîn. Lê belê hê jî hikumet bi tevahî nehatiye damezrandin, eve pirsekî jî nîne ez naxwazim pêşbîniyên xelkê Kurdistanê gelek bilind bikim û bibêjim hemû tiştek temam dibe, renge demekî bubê, ez jî li gel wî hemû xelkî li benda ewe me, pêwîste bi kirdar encamê bibînîn. Em ji aliyê xwe ve pê ve pabend dibîn, ku bi hemû awayekî hevkar dibîn ji bo çareseriya giriftan. Em bawerin li Bexda jî hemû alî piştî wê ezmûna mezin ku li ser hemû aliyek da hat, têgihîştin ku ji bilî diyalogê nikarin hîç kêşeyekî din çareser bikin. Ji ber wê heta radeyek geşbînim, mirov jî herdem geşbîn bê baştire ne ku reşbîn bê. Lê belê dîsa carekî din jî ez naxwazim hîç sozek bidim yan pêşbîniya xelkê me bilind bikim, lê belê bi cîddî hewlên cîddî didîn bo ku li rûyê aborî û siyasî û serbazî û emnî ve çareseriya kêşeyan bikîn. Hêvîdarim bi awayek bê ku xêra hemû aliyekî têda hebê”.

Serok Barzanî got: “Piştî hevdîtina me ya li Bexda min serdana Necefê kir û li wir jî min cenabê Seyîd Muqteda dît, ew jî gelek vekirîbû gelek jî erênî bû. Paşê çuyîn Îmarat û Kuweyt. Li wir wan bi seferê me ya li Bexda gelek pê xweş bû û amadehiya xwe nîşan dan ku dewrekî erênî divê ji bo hevkariya hemû Iraq û Kurdistanê û ji bo avadankirin û çareserkirina kêşeyan.”

Li civîna rojnamevaniyê de Serok Barzanî bersîva pirsiyarên peyamnêrên kanalan da. Li bersîva pirsiyarek da di derbarê qonaxa nû ya karê Parlemena Kurdistanê û destûra Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand: “Nebûna destûr kelênekî mezine û şaşiyeke mezin bû ku dema xwe de neçû rapirsiyê. Ew jî bi niyetekî paqij bû bo ku yekrêziya aliyan li ser bê. Bi tekez divê li çarsalên pêş da ev babet bigihe encamê û bibîn xwediyê destûrekî rêk û pêk”.

Di derbarê çarenûsa Kerkûkê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê, Serok Barzanî ragihand: “Divê kêşe li gor maddeya 140 bê çareser kirin. Me herdem gotiye divê Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyana hemû pêkhatan, lê belê musaweme û paşgeziyê li ser nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê nakin”.

Di derbarê koçberên navçeyên navîn û başûrê Iraqê ku li Kurdistanê dijîn, Serok Barzanî ragihand: “Ew heta pêwîstiya wan bi vir hebê ewe Kurdistan mala wane, lê belê çareser eweye piştî ku navçeyên wan hatin avakirin û pêdiviyên jiyanê ji bo wan hate dabîn kirin, vedigerin malên xwe”.

Serok Barzanî, li bersîva pirsiyarek da jî ku gelo li Bexda daxwaz jê hatiye kirin destpêşxeriyek ji bo aştiyê bike, ragihand: “Ew behs hate kirin ku destpêşxeriyê bikîn, dinirxînîn û dîrase dikîn, lê belê eger piştrast nebim ji encama wê, ku divê serkeftî bibê, hîç hengavek navêjim”.

Di derbarê hebûna mîsogeriyek jî ji bo dûbarenebûna sizayan li ser Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand: “Ez bawer nakim Adil Abdulmehdî biryarek bide wekî ewên pêş ku (dijî Kurdistan)ê kirin, ji ber ku eger tiştekî wiha rû bide dibê dawiya hemû tiştek. Lê belê hêviya me heye dûbare nebê, ji ber ku ew rê jî serî negirt. Raste her dû aliyan eziyetê dîtin lê belê encama xwe nebû û her vegeriya bo diyalogê. Ji bo wê yekê ez bawer nakim ezmûnekî şikestxwarî bê dûbare kirin. Ji bo wê yekê vê carê heta radeyek hêvidarim ji ber ku ewan jî tecrube kirin û gihîştin wê baweriyê ji bilî diyakogê rêyekî din tûne û Adil Abdulmehdî bi xwe jî wekî şexs bawernakim ji wan kesane bê bixwaze xelkê Kurdistanê eziyet bide, bi berevajî ve heta bikarê renge hevkar bê ji bo wê yekê li jiyanekî bextewer da bin. Eve pêşbîniya mine hêvîdarim rast bê, heta radeyek zêde jî amadehiyê nîşan daye”.

Naveroka civîna rojnamevaniya Serok Barzanî

Back to top button