Civak

Serok Barzanî beşdarî rêwresma roja niştîmaniya Amerîka kir

Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma roja niştîmaniya Amerîka kir. Rêwresma ku ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê û Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr hate sazkirin, li Hotel Dîvan ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna hejmarekî zêdeyê Balyoz û Konsolê welatan û kesayetiyên siyasî û îdarî û rêxistinên civaka medenî birêveçû. Douglas Sillîman Balyoz û Ken Grûs Konsolê Amerîka li Hewlêr xweşhaliya xwe bi amadebûna Serok Barzanî nîşanda û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka li warê siyasî û aborî û çandî û her wiha hevkariya serbazî li şerê dijî terorê kir.Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê wê yekê xisterû ku welatê wan mijulî dirustkirina mezintirîn konsolxane li ser asta cîhanê li bajarê Hewlêre û eve jî balkişandineke rûne ji bo bi hêzî mayîna peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê.

Back to top button