Civak

Serok agahdarîda partiyên îslamî

Bi mebesta halpirsîn û agahdarbûna wan ya ji rewşa bereyên ceng û spaskirina Serok Barzanî, şandekî bilinda her dû partiyên Yekgirtiya Îslamî û Komela Îslamî bi Serokayetiya Mamosta Mihemed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtî û Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî û hejmarek ji endamên mekteba siyasî û serkirdayetiya her dû partiyan yek ji baregehên Fermandeya Pêşmerge li mîhwera Rojavayê Dîcle, serdana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kirin.

Li hevdîtinek de şanda mîhvan pîrozbahiya wê serkeftina mezin li Serok Barzanî kirin ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên rûbirûbûna terorîstan li devera Şengal û Rebî’e û Zûmmar bi dest ve anîne. Spasî rol û amadebûna Serok Barzanî kirin ku bi awayeke raste rast serkirdayetiya şer û serkeftinan kiriye û pêzanînên xwe yên ji bo ked û rola bi bandora Serok Barzanî dane zanîn. Şanda mîhvan destxweşiyê li hêzên Pêşmerge kir ku qehremanane bergiriyê li axa nîştîman kirine û li şerekî berfireh û navdewletî da terorîstan tûşî şikestê kirine. Şanda mîhvan eve jî xisterû ku li sayeya qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê û hewlên Serok Barzanî pêgeha Herêma Kurdistanê li hilkişandinê daye û hest û soz û palpiştiyekî navdewletî ya gelek baş jî ji bo Herêma Kurdistanê ferahem kiriye. Şanda mîhvan tekez li ser rola Serok Barzanî jî kir ku li çareserkirina kêşeyên navxweyiyên Herêmê û yekrêziya navxweyî û her wiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê kirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan û spasiya wan kir û li gotarek de rewşa meydanî ya bereyên şer û serkeftinan jî Pêşmerge li devera Zûmmar û Rebî’e û plana azadkirina devera Şengalê ji bo şanda mîhvan şîrove kir û ji bilî wê balkişand li ser qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge ku ewe dûpatkiriye niha ruhêkî berxwedan û rûbirûbûnê ya bi hêz û li nav xelkê Kurdistanê de dirust bûye û spasiya xweragiriya gelê Kurdistanê û palpiştiya aliyê siyasiyan jî kir ku piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne.

Serok Barzanî behsa sedemên êrîşa Da’îş ya li ser Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku neyarên gelê Kurdistanê pişta xwe dane Da’îş bo ku êrîşa Kurdistanê bikin ji ber ku Kurdistanê ji meseleya referandum û serbixweyî û geşbûnê ve rêyekî baş biriye û her wiha xwestin li rêya Da’îş ve navçeyên derveyê îdareya Herêmê ji destê Kurdistanê derbînin û bixine ser nexşeya wehmî ya xîlafeta Da’îş. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan li jêr êrîşeke mezinê man û nemanê da bû lê belê bi piştevaniya xwedê û hêz û pazuyê Pêşmerge û palpiştiya gel û yarmetiya dostên me ew plana dijminan serî negirt. Serok Barzanî di derbarê êrîşên terorîstan de tekez li wê yekê kir ku pêwîste li ruyê fikrî ve jî li rûyê hizra tundrewiyê derbixîn û eve erkê aliyê siyasiyan û kesayetiyên olî ye ku şerê îdeolojiya terorê bikin. Di derbarê bi wan xelkên Erebên li navçeyên azadkiriyan da dijîn Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li gor pêverên însanî û ehlaq û çanda bilinda Kurdistanê muamele li gel wê xelkê têkirin ku tu peywendiya wan bi terorîstên Da’îş ve tûne.

Her li vê kombûnê da di derbarê zerûreta parastina yekrêziya nîştîmanî û li ber çav girtina pêwîst û jiyana xelkê Kurdistanê û her wiha bi nîştîmanîkirina hêzên Pêşmerge û xweparastina ji gotara tenga hizbayetî û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê kirin.

Back to top button