PolîtîkRojev

Serkirdeyên PKKê peyayên dijmin û neyarên Kurdistanê ne

Berpirsên PDKê bi tundî bersiva serkirdeyê PKKê Murad Qereyîlan dan ku êrişî PDKê kiribû.

Endamê rêveberiya PKKê Murad Qereyîlan di daxuyaniya xwe ya herî de êrişî PDKê kiriye û buxtana wê yekê avêtiye ser wê partiyê ku PDK pêşiya yekrêziya netewî asteng e!

Endamê serkirdetiya PDKê û berpirsê liqa 16 ya PDKê, Bilind Îsmaîl li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, her kes dizane ku PKK ji roja ku hatiye avakirin ve heta niha ajandeya welatên herêmî bicîh tîne, behaneyan dide destê Tirkiyê da ku êrişî Kurdistanê bike. PKK bûye sebeb da ku zêdetirî 500 gundên Kurdistanê wêran bibin û neyên avedankirin.

Bilind Îsmaîl her wiha got, PKK bazirganiya madeyên hişber dike, zarokan direvîne. Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê reviyane û hatine vir bûne bela li ser serê xelkê Kurdistanê. Eger bi rastî ew di xema Kurdistanê de bin dê tenê salekî çekdarên xwe bibin meydana şer lê ew tenê bo berjewendiyên dagîrkeran kar dikin.

Wî serkirdeyê PDKê anî ziman jî, siyaset û reftarên PKKê nîşan didin ku PKK di bin de bi dewletên dagîrkerên Kurdistanê re rêkeftin kiriye bo kişandina wan bo nav xaka Herêma Kurdistanê. Ti rêjîmeka derdor bi qasî PKKê dijberiya Herêma Kurdistanê û doza Kurdistanê nekiriye. Ew bo dijbertî û neyartiya Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin. Ew tenê li Herêma Kurdistanê vê yekê nakin, li Rojava û Rojhilat jî heman karî dikin.

Bilind Îsmaîl xuya jî kir, PDK li ser xak û meydana rast ya xebata xwe ye ku Herêma Kurdistanê ye, lê PKKê hemû urf û qanûnên navdewletî binpê kiriye û dixwaze Kurdistanê teslîmî wê bikin.

Şîretkarê polîtburoya PDKê, Arif Ruşdî jî ji BasNewsê re got, divê PKK ders ji hilbijartinên giştî yên Iraqê bigire ku çawa dîtin zêdebarî çavtirsandina xelkê Şingalê, xelkê deng da PDKê. Ev baştirîn bersiv e bo Qereyîlan. Xelkê Kurdistanê dizanin PDK partiyeka çawa ye û ew jî kirêgirtî ne.

Arif Ruşdî her wiha got, tevahiya xelkê ji siyaseta PKKê bêzar in û dizanin serkirdeyên PKKê her tişt xistine xizmeta ajandeya îstixbarata dewletên herêmî û welatên dagîrkerên Kurdistanê.

Bi gotina Ruşdî, ji ber ku PDK statû û hebûna Herêma Kurdistanê diparêze, rastî xezeba PKKê tê û dijberiya wê dike lê divê PKK bizane dê di vî karî de zerermend bibe.

Şîretkarê polîtburoya PDKê bang li Murad Qereyîlan û serkirdeyên din yên PKKê kir dest ji fitnetî û hewla derxistina nakokî di navbera aliyên Kurdistanî de berdin, ji ber ku ti kes bawerî bi saxtekariyên wan nake. Belgeya wê jî hejmara kursiyên PDKê di hilbijartinan de ye ku li ser asta Iraq û Kurdistanê yekem e.

Arif Ruşdî ev jî got, serkirdeyên PKKê peyayên dijmin û neyarên Kurdistanê ne û rojê deverek û navçeyeka Herêma Kurdistanê teslîmî Tirkiye û yên din dikin.

Back to top button