Îroj

Serhildana Şêx Seîd a netewî

13’ê ReşemîDi sala 1925’an û di rojekî wekî îroyê de Şêx Saîdê nemir û endamên Rêxistina Azadî li Pîranê serî hildanSerhildana Şêx Seîdê Pîran yek ji serhildanên mezin a kurdan di sedsala 20’emîn de ye.Li gundê Pîran a beldeya Egîl ya navçeya Genc Erxaniyê, di 13’ê  Reşemiya (sibata) sala 1925’an de dengên çekan, xebera yek ji serhildanên girîng ên dîroka Kurd dida.Ev Serhildana ku weke Serhildana Şêx Saîd derbasî dîrokê bûye, wiha destpê kir:Jendirmeyên Tirkan hatin gundê Pîranê û navê 10 kesan dan. Jendirmeyên Tirk, ji gundiyan xwestin ku 10 kesên li wan digerin werin teslîmkirin. Lê belê gundiyan 10 kesên ku jendirmeyan dixwest teslîm nekirin û şer derket. Piraniya lêkolîneran hem fikir in ku serhildan, jiber vê bûyerê berî wextê xwe destpêkiriye.Piştî vê çurûska yekem, Serhildana li herêmeke berfireh belavbû û di dirêjahiya 3 heftiyên destpêkê de, hêzên Şêx Saîd li hemberî hêzên hukumetê serweriya xwe sazkirin. Hêzên Şêx Saîd, di 17 Sibatê de avêtin ser beldeya Darahênê ya navenda bajarê Gencê û walî û rayedarên din girtin. Şêx Saîd di demeke nêz de Xarpet, Genc, Maden, Sêwereg û Erxaniyê bi destxist û ber bi Amedê ve meşiya. Komeke din jî Wartoyê bi destxist û berê xwe da Mûşê.Hukumetê di 21 Sibatê de li bajarên Kurdan rêvebiriya leşkerî îlan kir. Lê belê yekîneyên artêşê di 23 sibatê de li hemberî serhildêran paş ve kişiya Amedê. Dotira rojê jî Elezîz kete destê berxwedanvanên Kurd. Enqere tevlî hev bibû: Mustafa Kemal, di destpêka meha adarê de (îstîfaya) dest-ji-kar-kişandina Serokwezîr Fethî Okyar xwest. Piştî ku hukumetê îstîfa kir, di 3 adarê de erka serokwezîriyê dan Îsmet Paşa (Înonû). Di 4’ê Adarê de hukumetê ji parlemenê dengê ewlebûnê wergirt û û di heman rojê de Qanûna Teqrîrî Sukûn derxist. Ev qanûna ku sala destpêkê di pratîkê ma, destura rewşa awarte dida hukumetê.Hêzên Şêx Saîd, di 7’ê adarê de dor li Amedê girtin. Lê belê bêyî ku bajêr bi destbixin, naçar man ku paş ve bikişin. Piştî ku li herêma Serhildanê tijî leşker kirin, yekîneyên artêşa Tirk di 26 adarê de ji hewayê û ji erdê ve êrîş da destpêkirin. Êdî serweriya şer diket destê hêzên hukumetê.Di naverasta meha Avrêlê de Şêx Saîd li nêzî Vartoyê û yek ji pêşengên din ên Serhildanê Şêx Şerîf jî li Palûyê teslîm bûn. Li ser biryara Dadgeha Şerqil Îstîklalê Şêx Saîd di 29’ê Pûşpera 1925an de hate dardekirin. Şêx Saîd ku li Palûyê ji dayikbibû, neviyê Şêx Septî û kurê Şêx Mehmud bû.

Back to top button